Zêdetir ji 100 dadger daxwaza hilweşandina cezayê Zara Mihemedî dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetir ji 100 parêzer, dadger û mafnasên Kurdistanê Kurdistanê daxwaz ji Encûmena Mafên Mirov û saziyên navdewletî yên di warên mafên mirov dikin, biryara sepandina cezayê 10 sal zindanîkirinê bi ser Zara Mihemedî, mamosteya zimanê Kurdî li Sinê, şermezar bikin û hewl bidin ku ew ceza were hilweşandin.

Wan dadger û parêzerên Kurdistanê nameyeke hevbeş arasteyî navend û komîteyên navdewletî yên parastina mafên mirov kirin.

Di wê nameyê de parêzer û mafnasên Kurdistanê sepandina ceza bi ser Zara Mihemedî de şermezar kirin û daxwaz dikin, saziyên navdewletî yên di warê mafên mirov de balê zêdetir bikişînin ser binpêkirinên mafên bingehîn ên pêkhateyên netewî li nav Îranê.

Zara Mihemedî, çalakvana medenî û mamosteya zimanê Kurdî ye û zêdetir ji 10 sal e zarokan fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayikê dike.

Zara Mihemedî ji ber wan çalakiyên xwe di meha Gulana 2019an de ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatibû desteserkirin û paşê radestî Îtlaatê hatibû kirin.

Ew mamosteya zimanê Kurdî piştî zêdetir ji 6 mehan di meha Berfanbara 2019an de bi danîna 700 milyon tumen hatibû azadkirin.

Ew parêzer û yasanasên ku name îmze kirine amaje bi wê dikin, Îranê piraniya peymannameyên navdewletî yên di warê mafên mirov de îmze kirine û dibêjin, “Lêbelê bi kiryarên xwe wan peymannameyan binpê dike. Ji ber wê yekê em daxwaz dikin ku guşar bixine ser Tehranê heta ku pebandî wan peymannameyan dibe.”

Zara Mihemedî çalakvana sivîl û mamosteya zimanê Kurdî, piştî ku dadgehekê li Îranê 10 sal zîndan bi ser wê de sepandibû, vîdyoyek li ser torên civakî belav kiribû û tê de ragihandibû, ew hatiye tometbarkirin ku ji bo têkdana asayişa netewî ya Îranê grûp ava kiriye, lêbelê ew wê tometê red dike û tekez dike, ku ti grûpek di meydanê de nîne û ew tometeke derewîn e.

Di vîdoyê de Zara Mihemedî amaje bi destwerdana Îtilaata Îranê (Istixbarata Îranê) di dosyeya xwe de kiribû û gotibû, “Îtilaatê daxwaz kiriye ku sizaya herî giran bi ser min de were sepandin, ji ber ku ez amade nebûme hevkariya wan bikim.”

Dadger, parêzer û mafnasên Kurd daxwaz jî dikin, guşar bixine ser Tehranê ku cezayê zindanîkirina Zara Mihemedî hilweşîne û rê bi cîbicîkirina mafê xwendina bi zimanê dayikê bi pêkhateyên netewî bide.

Ew herwiha daxwaz dikin ku saziyên navdewletî guşarxistina ser çalakiyên pêkhateyên netewî, îşkencekirin û tohmetbarkirina wan ji aliyê Îranê ve, şermezar bikin.