Asayîşa Rojava: Serkirdeyekî metirsîdar ê DAIŞê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê li Dêrezorê serkirdeyekî navdar ê DAIŞê girt.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê (Asayîş) bi hevahengiya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li bajarokê Xeranîcê yê Dêrezorê operasyonekê li dar xist.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, di operasyonê de serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Xalid Hesen El-Selûm ku wekî  “Ebû Fatime El-Şîetî jî tê naskirin hatiye girtin.

Asayişê da zanîn ku Xalid Hesen El-Selûm li Dêrezorê wekî “Emîrê Xizmetên Darayî” jî dihat naskirin.

Herwiha Asayîşê di daxuyaniya xwe de got, “Piştî têkbirina DAIŞê û rizgarkirina herêmê, Ebû Fatima El-Şietî yek ji şaneyên herî metirsîdar ên çeteyan bi rê ve dibir.”

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku ew dê ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya herêmê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê berdewam bikin.

Di 3ê Tîrmehê de Asayîşê li Hesekê 3 û Dêrezorê 4 çekdarên DAIŞê girtin.