Li Bedlîsê qeza: Kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tetwanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîlek wergeriya û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan roja Înê 14ê Temûza 2023an li ser rêya Tetwan û parêzgeha Wanê otomobîlek ji rê derket û wergeriya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîsan çûne cihê bûyerê.

Li gor zanyariyan kesekî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 4 kesên din jî birîndar bûne ku rewşa 2 ji wan di metirsiyê de ye.