Hevserok ji kar hatin dûrxisitin
Mêrdîn (Rûdaw) – Hevserokên Şaredariya Şemrexê Necla Yildirim û Ali Ozkan ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve ji peywirê hatin dûrxistin.
Li gor agahiyann Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê hevserokên Şaredariya Şermexê yên ser bi Partiya Herêmên Deomkratîk (DBP) ve Necla Yildirim û Alî Ozkan ji kar avêtine.
Di êrişa li dijî Qereqola Cendirmeyan a Cewzatê ya Artûklûya Mêrdînê de erebeya Şaredariya Şermexê hatibû bikarnîn û serdema dûrxistina Yildirim û Ozkan ev bûyer hat nîşandan.
Serdozgeriya Komarî ya Mêrdînê derbarê bûyerê de hêj lêpirsînê didomîne.
Gerîlayên PKKê 8ê Tirmihê 12.50ê bi erebeyeke bombebarkirî êrişî Qereqola Cendirmeyan a Cewzatê ya Artûklûya Mêrdînê kiribûn.
Di encama teqînê 2 leşker û welatiyeke sivîl jiyana xwe ji dest dan û herwiha jê 12 leşker 30 kes jî birîndar bibûn.
PKKê ragihandibû nêzîkî 40 leşkeran hatine kuştin.
Di çarçoveya lêpirsînê de hêj 7 xebatkarên şaredariyê girtine.