RAPERÎN – 5 kesên ji heman malbatê xeniqîn!

Hewlêr (Rûdaw) – Li hêrma Raperînê ya Silêmaniyê 5 kesên ji heman malbatê xeniqîn.

Birêvabirê Tîma Noqavan a Raperînê Merîwan Edhem li ser bûyer ev agahî dan:

“3 jin, mêrek û zarokek xeniqîne. Termên wan niha li Saziya Tiba Dadî ya Raperînê ne.”

Berdevkê Parastina Sivîlan a Raperînê Elî Qadir jî di konferanseke rojnemegeriyê de got:

“Em saet 14:15an li ser bûyera diltezîn hatin agahdarkirin. Ji me re hat gotin ku 5 kes di ava Qereniyaxayê a Qemteranê de xeniqîne.

Ew her 5 kes ji malbatekê ne û ji nahiya Bicîlînê ya Akreyê ne."

Elî Qadir li ser çawaniya bûyerê jî wiha got:

“Zarokekî malbatê yê 17 salî heye û pirsgirêkên wî yên tenduristî hene.

Ew ketiye avê, piştre endamên din ê malbatê xwestiye wî rizgar bikin. Piştre yek li du yekî din hemû di avê de xeniqîne.”

Elî Qadir herwiha da zanîn ku tîmên parastina sîvîlan cenazeyên her 5 kesan ji nava avê derxistine.