Li Qamişloyê pevçûn: Endamekî Asayîşê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê du malbat pev çûn, endamê Asayîşê yê ku xwest midaxeleyî bûyeran bike canê xwe ji dest da.

Li gorî nûçeha ANHAyê, li Taxa Enteriyê ya Qamişloyê di navbera 2 malbatan de şerekî bi çekan rû da.

Hêzên Asayîşê midaxeleyî bûyerê kir lê endamekî Asayîşê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku di van pevçûnan de zerer gihiştiye mal û milkê xelkê jî.

Herwiha hêzên ewlehiyê li taxê tedbîr wergirtine û kesên ku bûne sedema pevçûnê hatine desteserkirin.