Li Rihayê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê kesek hat kuştin û 6 kes hatin birîndarkirin.

Bûyerê li Bazara Ajelên Zindî ya Siwêregê rû da.

Li gorî agahiyan, du grup ketin qirika hev lê piştî ku nîqaş gur bû ew bi çekan pev çûn.

Kesê bi navê Faruk Yîgîter hat kuştin, 6 kes jî birîndar in ku birînên 2yan ji wan xedar in.

Tîmên tenduristiyê her du birîndarên ku metirsî li ser jiyana wan heye veguhastin Rihayê.

Cendirmeyan li cihê pevçûnê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û ji bo gumanbar bên girtin xebatan dikin.