Li Rihayê qeza: 12 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 4 otomobîlan li hev xist û 12 kes birîndar bûn.
Bûyerê şeva borî derengê şevê li navenda bajêr rû da û otomobîlên ku ÎbrahÎm G, Abdulkadîr Î, Mehmet O. û Mehmet T. diajotin li hev qelibîn.
Du otomobîlên ku li hev qelibîn li hesinên refujê xist û ew derbasî aliyên din ê rêyê bûn.
Gelek tîmên tenduristiyê çûn cihê qezayê û wan her 12 birîndar rakirin nexweşxaneyan.