Asayişa Helebce: Kesekî bi narincokê xwe teqandiye

Hewlêr (Rûdaw) – Asayişa Helebce têkildarî bûyera îro ya li taxa Şarewanî ya vî bajarî daxuyaniyek belav kir û ragihand, li gor lêkolînên destpêkê hatiye zanîn ku kesekî bi narincokekê dawî li jiyana xwe aniye.

Beşa Ragihandin û Pêwendiyan a Asayişa Parêzgeha Helebceyê dibêje, “demjimêr 09:00 serê sibehê gencekî temen 29 salî çûye nav parkê û wê demê du baxevan li parkê bûne, piştî ku silav daye baxevanan hinekî ji wan dûr ketiye û piştî demeke kurt dengek hatiye bihîstin.”

Asayişa Helebceyê diyar kiriye, “Piştî agahdarbûnê hêzên me gihîştin cihê bûyerê û dest bi lêkolînan kirin, di lêkolînên destpêkê de derketiye ku kesekî bi navê Rêkan Tehsîn Fetah dawî li jiyana xwe aniye.”

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Bûyer xwekujî bûye û di rêya narincokeke dengî ve hatiye kirin.”

Derbarê bûyerê de lêkolîn hêj berdewam e. Asayişa Helebceyê bang li hemwelatiyan dike û dibêje, hewceyî dilgiranî û xwetirsandinê nake û tekez dike, “bûyer tenê karekî xwekuştinê bûye.”

Pêştir, Rêveberê Polîsê Helebce Kazim Ebdullah ji Rûdawê re gotibû, li taxekî bajêr teqînek çê bûye û “bi sedema teqînê kesekî canê xwe ji dest daye, ku ji ber bandora teqînê nasnameya wî nehatiye zanîn.”