Ji Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê peyama cejnê

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi boneya hatina Cejna Remezanê, pîrozbahî li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike.

 

Roja pêncşemê 14-06-2018an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê belav kir û ragihand ku bi boneya hatina Cejna Remezana Pîroz, em pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikin û herwiha em pîrozbahiyên xwe yên taybet li malbatên serbilind ên şehîdan û pêşmergeyên me yên qehreman dikin.

 

Di beşeke din a peyamê de hatiye diyarkirin ku “em hêvîdar in ev cejn bibe havênê xêr û xweşî ji bo her kesî û handerê hemû aliyan be ji bo hewldan û karên cidî yên bi armanca lihevkirin û yekrêziyê ji bo pêkanîna  seqamgîrî, aştî û xweşiya gelê me”.