Hewlêr (Rûdaw) – Beriya hemû partî û aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê, Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, helmeta hilbijartinan da destpêkirin. Yekgirtû ji niha ve navê lîste û pêkhateya xwe ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kir, ku biryare di dawiya vê salê de were kirin.
Serokê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahadîn Bahaedîn ligel rêxsitinên partiya xwe civiya û ragihand, ku ew dê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê “Lîsteya Çaksaziya Nîştîmanî” ava bikin. Bahaedî daye zanîn, ku dê kesayetên îslamî yên pispor û şareza jî di vê lîsteyê de cîhbigrin.
Selahedîn Behaedîn herwiha got: “Em hewldidin hemû kesayet û aliyên îslamî beşdarî vê lîsteyê bikin û Yekgirtû jî dê bibe hêwinê vê lîsteyê.”
Derbarê mijarê de Endamê Encûmena Cîbicîkar a Yekgirtûya Îslamî Mistefa Ebdullah ji Rûdawê re ragihand: “Yekgirtû hewldide her sê partiyên îslamî, Yekgirtû, Komel û Tevgera Îslamî, bi lîsteyekî hevbeş beşdarî hilbijartinên parlamentoyê bibin. Eger ev jî nebe, emê Lîsteya Çaksaziya Nîştîmanî rabigihînin. Ji bo vê me kar jî kiriye.”
Mistefa Ebdullah diyar kir, ku kesayetên siyasî, nîştîmanî û kesên bê alî jî dê di Lîsteya Çaksaziya Nîştîmanî de cîh bigrin.
Ebdullah got: “Lê ji bo me navê lîsteyê ne merc e, ku Lîsteya Çaksaziya Nîştîmanî be. Naverok ji bo me giring e û em dixwazin ev lîste nîştîmanî be û kar ji bo çaksaziyan bike.”
Yekgirtûya Îslamî di sala 1994ê de hatiye ragihand. Ji aliyê rêjeya piştgiriya girseyî ve li Herêma Kurdistanê partiya yekemîn e. Herwiha li herêma Behdînan piştî PDKê duyemîn partiya bi h3ez a siyasî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse