Li Mendeliyê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Îro danê sibehê li navçeya Mendeliyê erdhejeke bi pileya 4an çêbû.

Berdevkê Meteorolojiya Îraqê Amir Cabrî ji Rûdawê re eşkere kir ku erdhejê li navçeya Mendeliyê ya Diyaleyê rû daye.

Amir Cabrî amaje bi wê yekê kir ku erdhej saet 03:00yê şeveqê li başûrrojhilatê Mendeliyê 34 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê çêbûye.

Li gorî gotina Amir Cabrî, ji ber erdhejê ti zerera canî û madî çênebûye.