Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin.
Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê bi amadekariya Platforma Ked û Demokrasîyê ya Mêrdînê tê lidarxistin.
Festîval dê Baroya Mêrdînê bi beşdariya 60 nivîskar û helbestvan bi rê ve biçe.
Herwiha 22 weşanxane dê li festîvalê ji bo firotin û danasîna pirtûkên xwe, amade bibin.
Yekem Festîvala Pirtûkan a Mêrdînê 17ê Gulana 2024an dest pê dike û dê roja 19ê Gulanê jî bi dawî bibe.