Li Mêrdînê ahenga derçûyên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî birêve çû

Hewlêr (Rûdaw) – Roja Înê 13ê Gulana 2022an Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ahengek ji xwendekarên xwe yên derçûyî re lidar xist. Xwendekarên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî bi cilûbergên Kurdî govend gerandin û kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Derçûyên vê beşa zanîngehê dibêjin ku tevî wan xwendina xwe temam kiriye lê ti asoyeke geş li pêşiya wan diyar nabe. Ji ber ku derçûyên beşa Zimanê Kurdî nayên damezirandin, hejmara xwendekarên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî jî kêm bûne.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nav zêdeyî milyonek û 148 hezar mamosteyan de, tenê 79 mamoste ji bo zimanê Kurdî hatine damezrandin.

Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê Prof. Dr Abrruhman Adak got,  “Newezîfedarkirina derçûyên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî hin dengvedanên nerênî jî hene, sêrlêdan kêm dibin, mezûnên lîseyê êdî wek berê zêde tercîh nakin, xwendekarên baş wek berê nayên beşa Kurdî.”

Ev sala 7emîn e ku Zanîngeha Mêrdînê derçûyên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî dide. Di sala yekem de derdora 25 mamosteyên Kurdî ji vê zanîngehê derçûn lê niha ew hejmar bo 5 kesan daketiye. Mamosteyên beşa Kurdî sedama vê yekê bi ne damezrandina xwendakarên xwe ve girêdidin û bi  daxwaza damezrandina wan dikin.    

Mamosteyê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Artuklu Dr. Hayrûllah Acar bal kişand ser sedemên kêmbûna derçûyan û anî ziman,  “Îsal ji beşa Ziman û Edebiyata Kurdî 5 xwendekarên me mezûn dibin. Ev li gor salên berê, ev 9-10 sal in em mezûnan didin, belkî hejmar hinekî hindik be. Sebebê vê, kadro nedayîna derçûyên me ye.”

Tevî vê  keşûhewaya nerênî û nebûna derfetên kar, beşek ji xwendekarên derçûne geşbîn in û bi hêvî ne ku di siberojê karên baş bo zimanê Kurdî bikin.

Derçûyê Zimanê Kurdî Akîf Kaplan hestên xwe anî ziman, “Îsal ez ji beşa Kurdî mezûn bûm, bi rastî ez gelekî kêfxweş im. Min berî 4 salan ti caran texmîn nedikir ku vê beşê bi zimanê xwe yê dayikê bixwînim, biqedînim lê îsal ez ji beşê mezûn bûm û hêvîdar im ez ê ji bo pêşerojê jî tiştên baştir bikim.”

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di nav zêdeyî milyonek û 148 hezar mamosteyan de, tenê 79 mamoste ji bo zimanê kurdî hatine damezrandin. Di sala 2018an de, Wezareta Perwerdeya Tirkiyê tenê 3 mamosteyên zimanê kurdî damezrandin. Di 2019an de ti mamosteyek nehate damezrandin, di 2020an de mamosteyek tenê û 2021ê de jî 3 mamoste hatine damezrandin.