Serokwezîr û parêzgar derbarê sîstema nenavendî de kom dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Silêmaniyê dibêje, ew pêdagir in li ser bidestxistina sîstema nenavendî ji bo Silêmaniyê û dibêje, di zûtirîn dem de, Serokwezîrê Kurdistanê, aliyên peywendîdar û parêzgarên Herêma Kurdistanê dê derbarê pirsa nenavendiyê de bicivin.

Heval Ebubekîr, Parêzgarê Silêmaniyê di dema beşdarbûna di bernameya Li gel Renc a Rûdawê, ragihand ku di ayîndeyeke nêzîk de, bi amadebûna Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Navxwe, wezîrên peywendîdar, parêzgar û serpereştyarên îdareyên serbixwe dê kom bibin û got, “Biryar e civîn taybet derbarê nenavendiyê de be, bo ku bê zanîn ka daxwaza me çi ye û hikûmet divê çi bike!”

Parêzgarê Silêmaniyê dibêje, “eger korona rê bide û rewşa darayî baştir bibe, dibe ku berî cejnê civîn birêve biçe” û eger na ew civîn dê piştî cejnê bê encamdan.

Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê sala 2017an projeya nenavendiyê pesend kir û daxwaza pêdana desthilata xerckirina pareyê Silêmaniyê kir û paşê, Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bû, desthilat bo hemû parêzgarên Kurdistanê zêde kir.

Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê, pişt bi madeyên 2 û 5 ên yasaya hejmara 3 ya 2009an a Encûmena Parêzgehên Herêna Kurdistanê girê dide ji bo daxwaza nenavendiyê, ev jî bi mebesta daxistina desthilatan bo jêr.

Li gor maddeya 2 ya yasaya hejmar 3 ya Encûmena Parêzgehan, “Ev yasa desthilat û berpirsyariya encûmen, serok û endamên wan destnîşan dike bo qayîmkirina prensîbên nenavendî di dabeşkirina desthilatan û çakkirina gihandina xizmetguzariyên giştî bo hemwelatiyan, parastina maf, berjewendiyên civakê û girîngîpêdana yekeyên kargêrî yên li Herêma Kurdistanê.”

Li gor maddeya 5 a yasaya hejmar 3 ya Encûmena Parêzgehan, “Encûmena parêzgehê desthilata çavdêriyê li nav sînotê kargêriya parêzgehê de, mafê wê heye biryar û rênimayên bo rêkxistina karûbarên kargêrî û darayî li nav sînorê sînorê parêzgehê de der bike, da ku bikare serpereştiya birêvebirina karûbarên parêzgehê li gor prensîbê nenavendî rêveberiya kargêriyê bike, bi corekî ku nakok nebe li gel destûr û yasayên karpêker ên Herêmê.”