Demîrtaş ji Şivan Perwer re nameyek şand

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ku di girtîgeha Edirnê de ye, nameyek ji hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer re şand û têde hêviya serkevtinê ji bo hewldanên hunermendên Kurd ên bo pêkanîna yekrêziya Kurdan dixwaze.

Şivan Perwer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş nameyek bo wî şandiye û nameya Demîrtaş li ser Facebooka xwe belav kir.

Perwer, nameya Demîrtaş bi vê sernavê “peyamek ji Mîhengê Netewa me, Rêzdar Selaheddin Demirtas ji bo Mamoste Şivan Perwer” belav kir.

Demîrtaş di nameya xwe de diyar dike ku slavên Şivan Perwer gihîştine wî û ew bi wê yekê kêfxweş bûye.

Di nameya xwe de Demîrtaş nivîsandiye: “Hêvîdar im moralê we bilind e û tendirustiya we baş e. Gerek gelê me û gerek hemû mirovatî, ez bawerim dê di vê pêvajoyê de bi têkoşîna raman û rewana netewî pêkve serefiraz derbas bikin.”

Demîrtaş di beşeke din a nameya xwe de dide zanîn ku ew helwesta hunermendên Kurd ên ji bo Yekîtiya Netewî bi dilxweşî û serefirazî dişopîne û dibêje: “Hêvîdarim çalakiyên we bi gernasî û bê tirs berdewam bin. Di kesayetiya we de, ji bona hemû hunermendên Kurd rêz û slavên xwe yên germ û dilvîn dişînim û serkeftin û serefiraziya we her dixwazim. Bendewar û bawerim ku emê li pêşerojê di rojên azad de hevudû bibînin.”