MÛŞ – Jineke xwediyê 3 zarokên astengdar wekî dayîka salê hat hilbijartin

Navenda Nûçeyan - Li Mûşê Hanîfe Çelîk (60) ku xwedî 3 zarokên astengdar e ji hêla Rêveberiya Malbat û Polîtîkayên Civakî û Parêzgariya Mûşê ve wek dayîka salê hat hilbijartin.


Rêveberê Rêveberiya Malbat û Polîtîkayên Civakî Abdulbarî Aksoy çû taxa Zaferê û Hanîfe Çelîk a ku wek dayîka salê hatiye hilbijartin li mala wê ziyaret kir.


Hanîfe Çelîk ligel pismamê xwe zewiciye û ji 5 zarokên wê 3 astengdar hatine dinê.


Aksoy zêrekî çaryek diyariyê wê kir û wiha axivî: "Îsal komîsyona me Hanîfe Çelîk wek dayîka salê hilbijart. Ji ber vê em wê pîroz dikin. 38 sal in jiyana xwe gorî  zarokên xwe kiriye. Em jî wek dewlet her tim li cem wê ne."


Çelîk jî spasiya Parêzgariya Mûşê û Rêveberiya Malbat û Polîtîkayên Civakî kir û wiha got: "Wek dayikek dema ez zarokên xwe xwedî derketim, min tu carê negot of. Ez Roja Dayîkan a hemû dayîkan pîroz dikim."


Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hersal duyemîn şemiya meha Gulanê wek Roja Dayîkan tê pîrozkirin.