Heval Ebûbekir: Newşîrwan Mistefa bi proje vegeriyaye

Silêmanî (Rûdaw) – Berpirsê diyar ê Tevgera Goran Heval Ebûbekir dibêje, Serokê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa ji bo karvedan çêbibe nehatiye Kurdistanê, vê care bi proje vegeriyaye.

 

Li mala Newşîrwan Mistefa heta roja rojê Înê 12-05-2017, jî hatin çûn û dîdar asayî bûn. Lê ji duh ve 13-05-2017 pasevanên male, deriyê hatinçûnê girtiye.

 

Vê care ti kes û alî ji vegera Newşîrwan Mistefa agahdar nebû. Piştî vegerê tenê berpirsê diyar ê Tevgera Goran, Heval Ebûbekir, ew dîtiye û dibêje, rewşa tendurustiya wî jî pir baş e.

 

Heval Ebûbekir ji Rûdawê re got: “Newşîrwan Mistefa tenê ji bo karvedan çêbibe nehatiye. Vê care bi proje vegeriyaye. Ew kesekî nîştîmanî ye, tenê ji bo başkirina pêwendiyên navbera Goran û YNKê, an jî Goran PDKê nehatiye. Ew xwedan nêrîn û bergeheke fereh e. Xwediyê stratejî ye.”

 

Vegera Serokê Giştî yê Tevgera Goran di demekê de ye, salek beriya niha, di Gulana 2016ê de, di navbera Tevgera Goran û YNKê de rêkeftineke stratejîk çêbû. Lê niha pêwendiyên herdu aliyan tehl bûye. Piştî ku Parêzgarê Silêmaniyê yê ser bi Tevgera Goran dest ji kar kişand, ev parêzgeh jî bi wekalet tê birêvebirin.

 

Endana Serkirdetiya YNKê Bêgerd Talabanî jî got: “Çavê gelek aliyan li vegera Kak Newşîrwan Mistefa ye. Ez hêvî dikim, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, hatina wî dê bibe sedema tevgereke çalaktir.”

 

Hê jî ne diyar e, ka dê Newşîrwan Mistefa careke din hewşa mala xwe bike cihê serdana aliyên siyasî, dost û hevrêyên xwe.

 

Newşîrwan Mistefa di rewşeke ne asayî de vegeriyaye Kurdistanê. Hê jî parlamento nehatiye çalakkirin, pirsgirêkên siyasî nehatine çareserkirin. Herwiha ti demekê weke niha behsa referandûma serxwebûnê nehatiye kirin.

 

Rêkxerê Giştî Yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa di 3ê Îlona 2016ê de çûbû Brîtanyayê û roja 13ê Gulana 2017ê jî vegeriya Silêmaniyê.

 

Newşîrwan Mistefa kî ye?

 

Rêkxerê Giştî Yê Tevgera Goran Newşîrwan Mistefa di sala 1944ê de Silêmaniyê jidayik bûye.

 

Di sala 1967ê li Bexdayê Zanistên Siyasî xwendiye û li Nemsayê mastera yasaya navdewletî kiriye.

 

Di sala 1967ê de bûye endamê PDKê ya baskê Silêmaniyê û di 1969ê bûye xwediyê imtiyaza Kovara Rizgarî herwiha bûye Sekreterê Komeleya Rencidêran.

 

Sekreterê Giştî yê Tevgera Goran di sala 1981ê de zewicî ye û bavê du kur û keçekê ye.

 

Yek ji damezrînerên YNKê ye û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê bûye. Di nava YNKê de baskê reformê ava kiriye û di sala 2006ê de dest ji karên hîzbî yên YNKê berdaye.

 

Newşîrwan Mistefa paşî Kompanya Wişe ava kiriye û di sala 2009ê Lîsta Goran ava kiriye. Xwediyê çendîn pirtûkên siyasî, dîrokî û wêjeyî ye.