Li Qersê zilamekî hevjîna xwe kuşt

Ber deriyê nexweşxaneyê / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cilawûzê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî ji ber sedemeke nediyar hevjîna xwe kuşt.

Li gundê Çataxa Mezin ê navçeya Cilawûzê, şeva borî di navbera Emre M. û hevjîna wî Hazal M.yê de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Emre M. piştî nîqaşê hevjîna xwe Hazal M. xeniqand.

Emre M. pişt re li telefonî tîmên tenduristiyê kir û ew agahdar kirin ku wî hevjîna xwe kuştiye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Emre M. ji aliyê cendirmeyan ve li cihê bûyerê hat desteserkirin.

Hat zanîn ku zarokekî Emre û Hazalê heye.