Berfê li Erzirom û Agiriyê rêya 185 cih û waran girt

Li Agiriyê berf dibare / Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Berfê li parêzgehên Erzirom û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê û rêya 185 cih û waran girtin.

Li Erziromê çend roj in bi navber berf dibare û ji ber ketina berfê rêyên 61 taxan girtî ne.

Ekîbên berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin ji bo vekirina rêyan bê navber dixebitin.

Li Agiriyê jî berfê rêyên 124 gundan girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dest bi xebatan kir.