Saziya Keşnasiyê hişyariya sir û seqemê da cotkaran

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku dê li çend herêman sir û seqem zêdetir bibe û cotkar hatine hişyarkirin ku dê bandorê li berheman bike.
Li gor daxûyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê şeva 14 û 15ê Nîsanê sir û seqem dê zêdetir dibe û li parêzgehên Colemêrg, Wan, Bedlîs, Sêrt û Şirnexê dê barîna berfê berdewam be.
Her wiha li parêzgehên Erzirom, Qers û Erzinganê jî bi heman awayî pileya germahiyê dadikeve û ji bo cotkaran hişyarî hatiye dayîn ku dê sir û seqem bandoreke nerênî li ser berheman bike û divê tedbîrên pêwîst bên wergirtin.
Li parêzgehên Wan, Sewaz, Erzirom, Erzingan, Meletî, Colemêrg, Agirî, Qers, Mûş û Bedlîsê îro berf bariya û bi şevan pileya germe hata 15 pile bin sifirê daket.
Ji ber vê yekê zerer gihîşt darên fêkî yên ku kûlîlk vekirine.