Li Şirnexê otomobîlek li dîwêr qelibî: 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê otomobîlek li dîwêr 2 qelibî û 2 kes mirin.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin, şeva borî li Taxa Cumhûriyetê li Çarrêya Sanayiyê otomobîla bi plakaya 27 APN 531, ji kontrola şofêr derket û li dîwarê avahiyekê qelîbî.
Li ser bangkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Hat zanîn ku rêwiyên otomobîlê yên bi navên Mehmet Kadrî Yîgît û Beytullah Tanrikulu yên ku di otomobîlê asê bûbûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin.
Piştî demekê hat dîtin ku her du ciwan jî mirine.
Piştî otopsiyê ya Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê, cenazeyên ciwanan radestî malbatên wan hatin kirin û li Goristana Taxa Karşiyakayê hatin veşartin.