Li Mûşê otomobîl wergeriya: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gimgimê ya Mûşê otomobîl welgeriya şarampolê û di encamê de 4 kes birîndar bûn.
Li nêzîkî gundê Zirnikê yê Gimgimê, otomobîla ji kontrolê derket û wergeriya şarampolê.
Di qezayê de 4 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, AFAD, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birindar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li bajêr.