Li Mereşê pevçûn: Kuştiyek û birîndarek
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onîkîşubatê ya Mereşê li hewşa dibistanekê di pevçûneke çekdarî de kesek hat kuştin.
Li navçeya Onîkîşubatê ya Mereşê li hewşa dibistanekê kesên bi navê Ozkan Ozal, Mehmet Y. û Cengîz K. ji ber sedemeke nediyar pev çûn.
Di pevçûnê de Cengîz K. bi demançeyê gule li Mehmet Y. û Ozkan Ozal reşandin.
Di encamê de kesê bi navê Ozkan Ozal li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û Mehmet Y. jî birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Mehmet Y. bir nexweşxaneyê.
Polîs ji bo girtina Cengiz K.yê reviyayî xebat da destpêkirin.