Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Kurdistanê piştevanê daxwazên rewa yên Êzidiyan e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahiya serê salê li Êzidiyan kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya daxwazên rewa yên Êzdiyan dike.

Îro Çarşemî 14ê Nîsana 2021 serê sala Kurdên Êzidî ye ku bi "Çarşema Sor" tê naskirin. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de ji bo Êzidiyan ragihand, “bi boneya cejna serê salê ya ola Êzdiyan, pîrozbahiyeke germ li xwîşk û birayên Êzidî yên li Kurdistan û cîhanê dikim. Hêvî dikim sala nû, sala keyfxweşî û bextewerî û bidawîhatina zehmetî û nexweşiyan be. “

Di beşeke din a vê peyamê de hatiye gotin, Em xwîşk û birayên Êzidî piştrast dikin ku Hikûemta Herêma Kurdistanê piştevanê bihêz ê daxwazên rewa yên Êzidiyan e û hemû şiyanên xwe bi kar tîne ji bo zêdetir xizmetkirina Êzidiyan û karkirina ji bo vegera koçberan û avedankirina navçeyên wan bi alîkariya hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha dibêje, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê de û derketina milîs û çekdarên neyasayî ji Şingalê, egereke girîng a vegera aramî û îstiqrarê ye ji bo wê navçeyê.