ERZIROM – Mamosteyekî hevjîna xwe û keça xwe kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Erziromê mamosteyekî bi navê Zulkuf B. hevjîna xwe û keça xwe kuştin

Li Taxa Yunus Emreyê ya Erziromê di navbera Zulkuf B. (46) û hevjîna wî Kadriye B.yê (44) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Zulkuf B. hevjîna xwe Kadriye B. û keça xwe Asude Pelen B. (20) bi kêrê kuştin.

Li ser agahdarkirina cîranan tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Zulkuf B.yê ku bi otomobîla xwe ji cihê bûyerê reviya, li ser rêya navçeya Çatê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.