Serok Barzanî û Sûdanî çareserkirina pirsgirêkan gotûbêj kirin
Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hevdîtinek pêk anîn û di civînê de Barzanî û Sûdanî mijara çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 14ê Adara 2023yan li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û şanda pê re kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serok Barzanî, di hevdîtinê de danûstandina fikr û ramanan li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên hikûmeta Iraqê û cîbicîkirina rêkeftinan hat kirin û tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên li ser bingeha destûrê hat kirin.
Herwiha Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê nîşan da û hêvî xwest ku îradeya hemû aliyên siyasî bi arasteya çareserkirina kêşeyan û seqamgîriyê be.
Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 14ê Adara 2023yan li navçeya Pîrmam a Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir pic.twitter.com/yS2EZ4Ej7r
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 14, 2023