Li çiyayê Şingalê şer derket

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku di pevçûnekê de li çiyayê Şingalê polîsek hatiye kuştin.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş ku di bin sîwana artêşa Iraqê de ye, daxuyaniyek belav kir û aşkere kir ku şeva derbasbûyî li çiyayê Şingalê şer di navbera hêzên wan û grûpeke çekdar de derketiye.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, şeva borî, li devera Dûkçî ku li ser sînor e û dikeve rojavayê çiyayê Şingalê, grûpeke çekdar xwestiye ji aliyê Rojavayê Kurdistanê derbasî aliyê Başûrê Kurdistanê bibe.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, hêzên wan ên deverê rê nedaye ku ew grûp derbas bibe û şer di navbera aliyan de rû daye.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş aşkere kiriye, polîsekî ser bi 6emîn Lîwaya Polîsê Federal a Iraqê di encama wî şerî de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de nehatiye diyarkirin ka ew grûp ku wek “terorîst” hatiye binavkirin, bi ser kîjan hêzê ve bûye.

Her li gor daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş dîsa şeva derbasbûyî, li çiyayê Şingalê grûpeke din jî teqe li hêzên polîs kiriye û şer di navbera aliyan de çê bûye.

Li aliyê din çavkaniyên emnî ji peyamnêrê Rûdawê yê li Şingalê Tehsîn Qasim re piştrast kirine ku şeva borî derdora demjimêr 12.00, li çoltera gundê Umm al Dabyan, di navbera polîsê federal û grûpeke çekdar de şer derketiye.