Însiyatîfa Yekîtiya PDKê: Biryara me ti pêwendî bi Barzanî re nîne
Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Ahmet Acar ragihand, ti pêwendiya biryara wan a ERÊ ya ji bo referandumê, bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nîne.
Înîsiyatîfa Yekîtiya PDK di 11ê Adara 2017an de li navçeya Midyad a ser bi Mêrdînê, ji bo referanduma guhertina destûrê biryara xwe diyar kir ku dê bêjin ERÊ.
Piştî vê biryarê, medyaya tirkî ev biryar weke biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, dan nîşandan.
Înîsiyatîfa Yekîtiya PDK di daxuyaniya xwe de aşkera kiribû: “Em weke Înîsiyatîfa Yekîtiya PDK, li dijî tifaqa şerê navxweyî û aloziyê ne, ku ew bûyerên terorî û tundiyê bûbûn sedema can û malê mirovan. Ji ber vê yekê em li ber raya giştî diyar dikin ku di referanduma guhertina destûrê de ku sîstema serokatiyê pêşniyar dike, em dê bi dengê ERÊ piştgirî bidin.”
Berdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya PDK Ahmet Acar ji Rûdawê re ragihand: “Biryara me ya ERÊ, ji aliyê hin dezgehên medyayê ve weke propagandayeke dij hate nîşandan. Biryara ku me daye, me bi îrada xwe ya azad daye. Ne ji Serok Barzanî, ne jî ji ti kesekî din, me talîmat wernegirtiye. Biryara me bi temamî hate îstîsmarkirin. Em serbixwe ne û ne girêdayî ti kesekî ne.”
Ahmet Acar diyar kir: “Weke ku raya giştî dizane, pêwendiya me bi Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye (PDK-T) re nîne. Ku ji xwe wan jî biryara xwe ya referandumê aşkera kiribûn.”
Acar destnîşan kir, ku biryara wan ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Partiya Niştiman (Vatan P.) Partiya Komarî ya Gel (CHP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ve bi awayekî din hatiye nîşandan.
Ahmet Acar herwiha got: “Ji ber daxuyaniya me, nûçeyên ku behsa Birêz Barzanî dikin, rêxistina terorî ya PKKê, Partiya Niştiman (Vatan P.), CHP, MHPya ku ketiye pey rêxistina terorî ya Fetoyê, bila bizanibin ku me bi îradeya xwe, bêyî ferman û talîmata ti kesekî, biryara ERÊ da.”
Acar amaje bi wê yekê kir ku biryara ERÊ, ji bo bûyerên van du salên dawî, dê bibe çareserî û got: “Em dubare dibêjin, me ji ti kesekî talîmat wernegirtiye û pêwîstiya me jî tine.”
Li ser bertekên piştî daxuyaniya Înîsiyatîfa Yekîtiya PDK Acar got: “Ji ber êrîşên li dijî me ku di serî de PKK, Dogu Perinçek û ekîba wî, neteweperestên dijbere yên ku bi Fetoyê re tevdigerin, didin nîşandan ku biryara me ya ERÊ di cih de ye.”
Acar destnîşan kir, ku biryara ERÊ ji bo gelên Tirkiyê yên tirk, kurd, ereb, çerkez û lazan e û got: “Tevî hemû gef û zextên alozîxwazan, em dê ji biryara xwe venegerin.”
Înîsiyatîfa Yekîtiya Partiya Demokratîk a Kurdistanê di 1ê Cotmeha 2015an de hate damezrandin.