ŞIRNEX - Bi hinceta PKKyê 15 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê 15 welatî bi hinceta PKKyê hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Ewlekariyê ya Şirnexê, bi hinceta ku beşdarî çalakiyên "bêdestûr" bûne û li dijî hêzên emnî tevgeriyane û "propagandaya PKKyê" kirine bi ser gelek malan de girt.

Di çarçoveya operasyonê de li navenda Şirnexê û navçeyên wê 15 kes hatin desteserkirin.

Kesên desteserkirî sewqî Birêvebiriya Ewlehiyê ya Şirnexê hatin kirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi "hinceta PKKyê" sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.