Li Amedê 19 kes bi hinceta PKKyê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Licê ya parêzgeha Amedê 19 kes bi hinceta “propagandeya PKKyê” hatin desteserkirin û biryara desteserkirina 3 kesên din jî hatiye dayîn.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Amedê Fermandariya Cendermeyan a bajêr bi kordîneya Serokatiya Saziya Îstîxbarata wî welatî, kar û xebata desteserkirina kesên ku “pêwendiya wan li gel PKKyê heye û propagandeya wê rêxistinê” kiriye bi rê ve biriye.

Hêzên ewêlehiyê yên Tirkiyeyê di wê çarçoveyê de 14ê Sibata 2024an li navçeya Licê bi ser 22 navnîşanan de girtiye.

Di encamê de bi hinceta "alîkarî û propagandeya PKKyê" 19 kes hatine desteserkirin.

Herwiha ji bo 3 kesên din jî operasyon berdewam dike.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê kesên hatine desteserkirin piştî kar û barên yasayî veguhastin dadgehê.