Li Rihayê dibistan hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê, îro ji ber barana gur dibistan hatin girtin.

Li Rihayê ji doh ve baraneke zêde bariyaye û pirsgirêkên çûn û hatinê çêbûne.

Parêzgarê Rihayê Hasan Şildak li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, ji ber ku îro tê çaverêkirin barana gur bibare li tevahiya parêzgehê dibistan hatine girtin.

Hasan Şildak got, “Ji ber ku dê îro li bajarê me baraneke zêde bibare, perwerde li hemû dibistanên di asta seretayî û navîn de rojekê hat rawestandin.”

Li navenda bajêr Çemê Daysanê yê ku miçiqîbû piştî barana gur niha tiji av bûye.

Li Rihayê adara par lehî rabûbû û di encamê de 16 kesan canê xwe ji dest dabû.