Li Hatayê jinek piştî 204 demjimêran ji bin kavilan hat rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakya ya ser bi bajarê Hatayê yê Tirkiyê jineke biyanî piştî erdhejê 204 demjimêran ji bin kavilê avahiyekê hat rizgarkirin.

Roja 6ê Sibatê navenda wê li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê dû erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pileyên rîxterê hejand û li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran welatiyan. Kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyan ji bin kavilan berdewam in.

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 14ê Sibata 2023an li navçeya Antakya Hatayê jineke biyanî ya bi navê Muna Dabul piştî 204 demjimêran ji erdhejê  ji aliyê tîman ve ji bin kavilê avahiyekê hatiye rizgarkirin.

Hat ragihandin jina navborî bo nexweşxaneyê hatiye vegihastin, lê nehetiye ragihandin ku ew jin hemwelatiya kîjan welatiye.