PDKê berbijêrekî din ji bo posta Serokomariya Iraqê diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed weke berbijêrê posta serokomariya Iraqê destnîşan kir.

Çavkaniyekê ji PDKê ji Rûdaw re ragihand ku Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed berbijêrê PDKê ye bo posta serokomariya Iraqê. Herwiha çavkaniyekî ji parlamentoya Iraqê jî ev zanyarî ji Rûdawê re piştrast kir.

Dadgeha Federalî ya Iraqê duh Yekşemê 13yê Sibata 2022yan berbijêrbûna Hoşyar Zêbarî ji bo posta Serokomariya Iraqê red kir, heta wê demê jî Hoşyar Zêbarî tekane berbijêrê PDKê bû, lê îro çavkaniyekî ji PDKê diyar kir ku di di civîna îro ya erkirdayetiya PDKê bi serokayetiya Serok Barzanî de biryar hat dayîn ku Rêber Ehmed ji bo wê postê berbijêr bikin.

Roja 6ê Sibata îsal, Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê li ser giliya 4 parlamenteran, berbijêrbûna Hoşyar Zêbarî bo posta Serokomariya Iraqê ragirt.

Parlamenterên ku gilî li ser Zêbarî tomar kiribûn, 3 endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û yek jî endamê Çarçoveya Hevahengî ye ku nêzikî Heşda Şeibî ye.

Dadgeha Federalî ya Iraqê îro, 13/02/2022, li ser wê giliya li dijî Hoşyar Zêbarî kom bû ku berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bû ji bo Serokomariya Iraqê.

Di rûniştina dadgehê de yek birge hebû ku her ew bû li ser bingeha wê û giliya hejmarek parlamenteran, berbijêrbûna Zêbarî bo Serokomariya Iraqê bi awayî demkî hatibû ragirtin.

Di encama rûniştinê de heyeta Dadgeha Federalî ya Iraqê, berbijêrbûna Hoşyar Zêbarî ji bo posta Serokomariya Iraqê red kir.