Doza Mehmet Sincar hat paşxistin

Amed (Rûdaw) -  Di ser kuştina parlamenterê DEPê Mihemed Sîncar re 29 sal derbas bû. Îro li Amedê rûniştina doza vê kuştinê hate dîtin. Lê dadgeh bêyî ku kujeran ceza bike û lêpirsînê berfirehtir bike, rûniştinê taloqî 27ê Hezîranê kir. Eger heta îlona 2023an kujer neyêne cezakirin ev doz dê bikeve û bê hikûm bimîne.

Li 6emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina kuştina Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mihemed Sîncar hate dîtin.

Di ser vê kuştina Sîncar re 29 sal derbas bûn

Mihemed Sîncar parlamenter bû û di 4ê Îlona 1993an de li bajarê Êlihê ango Batmanê dema ku xwestibû kuştineke kiryar nediyar ronî bike hatibû kuştin. Di ser vê kuştinê re 29 sal derbas bû lê hê jî kujer nehatine cezakirin. Li gorî qanûna Tirkiyê ger di ser kuştinek re 30 sal derbas bibe, kujer nehatibin girtin ew doz êdî dikeve. Kujer bê ceza dimînin.

Eren: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

Serokê Baroya Amedê  û Parêzerê Malbata Sîncar Nahît Eren got: “Li gorî zagona navneteweyî em dibêjin ev dozên wiha nakevin ber demê. Lê niyeta wan ew e ku dozên bi vî awayî bigrin. Lê heta ji destê me hat, em dê têkoşîna xwe bidomînin.”

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay jî bi çend parlamenteran re hate Amedê û rûniştina dozê şopand.

HDP: Em li edaletê digerin

Berdevka HDPê Axaftina Ebru Gunay got: “Em li vir careke din bang li parlamentoyê dikin. Berpirsyariya xwe ya dîrokî bi cih bînin û di serî de dosyeya kuştina Mehmet Sîncar bi hezaran dosyayên kuştinên kiryar nediyar ronî bikin. Bila bertawanên hemû dosyayên van kuştinan hesabê bidin. Bila parlamento derhal berpirsyariya xwe pêk bîne. Çimkî Mehmet Sîncar endamê parlamentoya Tirkiyê bû. Ev 29 sal in ji bo vê kuştinê em li edaletê digerin.”

Hemû daxwaz hatin redkirin

Di rûniştina dozê de parêzeran xwest dosyeya doza JÎTEM'ê ya Enqereyê jî tevli vê dosyeyê bikin, derbarê wezîrê wê demê yê wezareta navxweyî Mehmet Agar de jî serlêdana sûc bê kirin. Her wiha derbarê peywirdarê wê demê de jî doz bê vekirin. Bertawan Cîhan Yildiz jî bê girtin. Lê ev hemû daxwaz hatin redkirin. Dadgehê rûniştina dozê taloqî 27'ê hezîranê kir.

“Kurd êdî li mafê xwe xwedî derdikevin”

Hevjîna Mihemed Sîncar Cîhan Sîncar jî got: “Ev ne weke serdema Şêx Seîd û Seyîd Riza ye ku hemû kuştin û gotin dê bêne jibîrkirin û tirbên wan jî tunebû. Ev ne weke wê demê ye. Çapemeniya Kurdan çêbûye, gelek îmkanên kurdan çêbûye. Li her derê dinyayê Kurd dijîn û li heqê xwe û hiqûqa xwe xwedî derdikevin. Di şexsê Mihemed Sîncar de em dibin dengên bi hezaran kuştinên kiryar nediyar. Em wan ji bîr nakin. Hemû weke Mihemed Sîncar in.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji salên 90î heta niha li gorî raporên ku Komeleya Mafên Mirovan KMMê amade kiriye 17 hezar kes bi awayeke kiryar nediyar hatine kuştin û ev dosye nehatine ronîkirin.