Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihandin Çiyayê Şingalê
Şingal (Rûdaw) – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî karwanekî aîkariyê gihande Çiyayê Şingalê, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê cara ewil e alîkarî digihin wê deverê.
Zêdetirî 60 ton ard li ser awareyên Kampa Serdeştê hatin parvekirin. 290 desteyên cilûbergan jî ji xelkê re hatin pêşkêşkirin.
Alîkarî bi hevahengiya li gel Heyva Sor a Îmaratê hatin parvekirin. Li Kampa Serdeştê zêdetirî 2 hezar û 465 koçberên Şingalê dijîn.
Awareyê bi navê Qasim Hesen diyar kir, xelkê ku li Kampa Serdeştê dijî, pêwîstiya wan bi alîkariyan heye û rewşa wan xirab e. Hesen ji ber alîkariyan spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir.
Berpirsê Ragihandinê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Rewac Hacî ji Rûdawê re ragihand ku ev alîkariyên wan dê berdewam bibin, weke çawa di demên borî de Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekane dezgeh bû ku li ser Çiyayê Şingalê ofîseke mezin û navendeke mezin a rewşenbîrî û vekirina bîrên avê û dabeşkirina çadir û pêwîstiyên zivistanê pêşkêş kirin. Herwiha eşkere kir ku di demên bê de jî çalakiyên xwe bidomînin.