SEMSÛR - Li Menzîlê çi diqewime?
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kolikê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê, mirîdên terîqeta Menzîlê di nav hewşa mizgeftê de bi hev ketin û wan êrişî hevdû kir.
Li gundê Menzîlê yê Kolikê piştî mirina Şêxê Terîqeta Menzîlê Abdulbakî Erol di navbera her sê kurên wî Muhammed Sak Erol, Mubarek Erol û Fettah Erol de ji ber parvekirin û birêvebirina mal û milkên terîqetê alozî û pirsgirêk derketibûn û wan hevdû li ser medyayê tohmetbar kiribû.
Weqfa Semerqendê ya terîqetê di bin kontrola Mubarek Erol de ye û Muhammed Sakî Erol jî ku kurê mezin e û niha wekî xelefê bavê xwe tevdigere û bi navê Weqfa Serhendiyê weqfek ava kiribû.
Doh alîgirên Weqfa Semerqendê ku piraniya mal û milkên terîqetê li ser navê wê tomarkirî ne xwest di nav hewşa Mizgefta Menzîlê de avahiyeke nû çêbikin lê alîgirên Weqfa Serhendiyê û Saki Erol rê li ber wan girt û wan nehiştin avahiyê lê bikin.
Di navbera alîgirên Weqfa Semerqendê û Weqfa Serhendiyê de nîqaş derket û her du aliyan êrişî hevdû kir.
Di şer û pevçûnan de hinek mirîdên Menzîlê birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme çûn gundê Menzîlê.
Berdevkê Weqfa Serhendiyê û kurê Muhammed Saki Erol, Ragip Elhuseynî ragihand:
“Ez naxwazim kesek bi awayekî fîzîkî destwerdanê bike, înşallah dê dewleta me tiştê pêwîst bike. Bila her kes aram be.”
“Karê me parastina malê umetê ye”
Berdevkê Weqfa Serhendiyê Ragip Elhuseynî got:
“Em dê dîsa aramiya xwe biparêzin. Biborin lê van bi hewşa mizgeftê de mîst.
Min ne dixwest vê gotinê bikim lê wan ev tişt kir. Em dê ji dewletê li hêviya bersiva pêwîst bin.
Me serî li cihên pêwîst û dozgerî û serdozgeriyê da.
Em bi xwe bi ti awayî destwerdanê nakin. Em dê ji bo tiştê pêwîst li hêviya dewletê bin.
Ez naxwazim kesek destwerdana fîzîkî bike. Karê me yê li vê derê parastina malê umetê ye.
Derdê me ne ew e ku li vê derê ode neyê lêkirin gelek erdên wan hene.
Dikarin li wan deran jî ava bikin lê avakirina li pêş mizgeftê têkdan e, wekî din ne tiştekî din e.
Xwedê ji we hemûyan razî be. Înşalah dê dewleta me tiştê pêwîst bike.”
Li Menzîlê çi dibe?
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 14, 2025
📌 Li Semsûrê Bakurê Kurdistanê nîqaşên di nava Cemaeta Menzîlê de berdewam dikin
📌 Piştî ku birayekî ji wan li beşeke Mizgefta Menzîlê dest bi lêkirina avahiyekê kir pevçûnê dest pê kir
📌 Li gorî nûçeya ANKAyê di pevçûnê de hinek endamên Menzîlê birîndar… pic.twitter.com/rxLiKEB9Pt