Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser reforma Pêşmergeyan bi şandeyeke Amerîkayê re civiya

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê bi şandeyeke hevbeş a leşkerî û dîplomatîk a Amerîkayê re li ser reform û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan civîneke berfireh li dar xist.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna bi şandeya Amerîkayê re daxuyaniyek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku heyeta Herêma Kurdistanê ji berpirsyar û rayedarên Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatiye û Fermandarê Hêzên Hevpeymaniyê yên li Îraq û Sûriyeyê General Kevin Leahy jî serokatiya şandeya Amerîkayê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di mijara reform û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan de, digel pêşkêşkirina gavên dawî yên pêvajoyê, girîngiya pêvajoyê û xebata ji bo çareserkirina pirsgirêk û astengiyên li pêşiya wê hatin dubarekirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ev yek ragihand "Derbarê cîbicîkirina qonaxên bê de, tekezî li ser hevkarî û alîkariya hevbeş ên di navbera her du aliyan de ji bo serkeftina pêvajoyê hat kirin.

Rewşa giştî ya bûyeran jî mijareke din a gotûbêjên civînê bû.

Hişyariya Hevpeymaniya Navneteweyî

Hevpeymaniya Navneteweyî çend caran hişyarî daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku eger reforma di nav hêzên Pêşmergeyan de neyê kirin, dê alîkariyên xwe rawestînin.

Hêzên Amerîkayê bi rêya şêwirmendî, rahênan û bihêzkirinê alîkariya Pêşmergeyan dike û mehane nêzîkî 20 heta 25 milyon dolar ji bo mûçeyê lîwayên hevbeş terxan dike.

20ê Tebaxa 2023yan, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî Matthew McFarlane, di konferanseke rojnamegeriyê de li Hewlêrê got, wekî pabendiya bi Bîranîna Têgihiştinê ya di navbera Wezareta Pêşmergeya û Pentagonê de, pêwîst e gavên reformê di Wezareta Pêşmergeyan de bên bilezkirin.

Ji bo vê jî, gava yekem hebûna "îradeya siyasî" ya serkirdeyên Herêma Kurdistanê ye ji bo diyarkirina wezîrekî ji bo Pêşmergeyan.

Îlona 2022yan, Wezareta Pêşmergeyan û Pentagonê protokola têgihiştinê ya di navbera xwe de ji bo 4 salên din nû kir.

Li gorî rêkeftinê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê rêkxistin û darayiya Pêşmergeyan de çaksaziyan bike û li hemberî vê yekê, Amerîka dê berdewam be li ser piştgirîkirina Pêşmergeya ji aliyê darayî û leşkerî ve.

Her wiha 20ê Nîsana 2024an Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Lîwa Rûkîn Bextiyar Mihemed  li Silêmaniyê derbarê çaksaziyan de ji Rûdawê re got:

"Bernameya çaksaziyên Wezareta Pêşmergeyan berdewam e û her çi qasî astengî li pêşiya wê hebin û bi hêdî tê kirin jî lê pêşveçûn di pêvajoyê de heye.'"