Erzirom: Jina 80 salî ji ber gazê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Ezîziyeyê ya Erziromê jineke 80 salî ji gaza xwezayî ya nav malê bi jehrî ket û canê xwe ji dest da.

Bûyer şeva borî li avahiyeke 5 qatî ya li taxa Erenlerê ya navçeya Ezîziyeyê ya Erziroma Bakurê Kurdistanê çêbû.

Jina bi navê Hacer Agsakalliya 80 salî ku di qata yekem a avahiyê de bi tenê dijiya, ji bo germ bibe şîr daniye ser dezgeha çêkirina xwarinê ku bi gaza xwezayî kar dike.

Piştî demekê şîr bi ser de diçe û dezgeh vedemire û gaza xwezayî dikeve hundirê malê, jina navborî pê nehisiyaye û ji ber gaza xwezayî bi jehrî ketiye.

Cîran li ser hatina bêhna gaza xwezayî çûn malê û agahî dan tîmên tenduristiyê.

Tîm li ser agahdarkirinê çûn cihê bûyerê û wan wek tedbîr destpêkê gaza xwezayî ji ser avahiyê qut kir.

Piştre tîmên tenduristiyê ketin hundir û di pişkinînên wan ên yekem de diyar bû ku jina 80 salî canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku tîmên tenduristiyê cenazeyê Hacer Agsakalliyê bi armanca karûbarên otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Erziromê.