Li Colemêrgê aşût bi ser welatiyan de hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundekê navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemergê ya Bakurê Kurdistanê 3 welatiyên ku di bin aşûtê de mabûn ji aliyê gundiyan ve hatin rizgarkirin.

Îro 14ê Çileya 2022ê li gundê Alekanan yê ser bi navçeya Geverê ava gundiyan ji ber sedemek nediyar  çikiya. Li ser vê yekê grûbeke ji xelkê gund ji bo çakkirina şebekeya ava xwe çûn zozana gund ku 5 kîlometrayan dûrî gund e.

Li gor zanyariyan dema 3 kes ji wan welatiyan yên bi navê Tekîn Tarla, Îsmet Durna û Nîhat Arslan  di rê de dimeşiyan ji nişkekê ve aşût bi ser wan de hatiye û hersê welatî di bin berfê de man.

Hat ragihandin ku ew welatî bi hewla gundiyan ji bin aşûtê hatine derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê hatine veguhastin.

Li gor agahiyan rewşa tendirûstî ya du ji wan baş e û li nexweşxaneyê çareseriyê dibînin.

Yek ji wan welatiyan Îsmet Durna ku di bin aşûtê de mabû behsa bûyerê dike û dibêje: “Befir dihat. Em bi ber berfê ketin. Spas bo xwedê ku em bi saxî rizgar bûn. Em nizanin em çawa rizgar bûn. Em jî matmayî man.”

Welatiyê bi navê Tekîn Tarla jî got: “Ava gund a vexwarinê çikiya. Em jî ji bo kontrolkirina wê birêketin. Me ji nişkekê ve xwe di nav berfê de dît. Em bi xêra kesên ligel me rizgar bûn.”

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, çend rojên dawî zivistan dijwartir bûye û berfeke zêde dibare. Herwiha li beşek ji  wan parêzgehan pileya germayê bi şevan heta bin sifrê 28 pileyan dadikeve.