Şeş endamên Encûmena Şaredariya Sûrê ji kar hatin dûrxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Sûra Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, şeş endamên encûmena vê şaredariyê ku ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve bûne, bi hinceta ku derbarê wan de lêpirsîn heye, ji kar hatin dûrxistin.
Ew şeş endamên Encûmena Şaredariya Sûrê bi “endambûna rêxistinê” hatine tohmetbarkirin û derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Ew endamên HDPyî yên Encûmena Şaredariya Sûrê bi biryara qeyûm ji kar hatine avêtin.
Hevserokên Şaredariya Sûrê yên HDPyî Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemir 21ê Kanûnê hatibûn girtin û li şûna wan qeyûm hatibû danîn.
Ligel Hevserok Cemal Ozdemîr navê endamên encûmena şaredariyê yên ji kar hatine dûrxistin wiha ne: Sevim Coşkun, Rûşen Tayfun, Halime Akyol, Mûrsel Erel û Yilmaz Eken.