Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiya û biryar hat dayîn ku yekem, duyem û sêyemên zanîngehan di wezaretan de werin erkdarkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna îro ya Encûmena Wezîran de biryara erkdarkirina yekemên zanîngehan derxist. Bi vî awayî, yekem, duyem û sêyemên ser beşên zanîngehan dê di wezaretan de werin erkdarkirin.
Her çiqas berî niha hatibû ragihandin ku ev biryar peymangehan jî li xwe digre, lê Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku heta niha ne diyar e ku biryar yekem, duyem û sêyemên peymangehan jî li xwe digre an na.
Îro duşemê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê civiya. Serokê Fermangeha Hevahengî û Lipeyçûnan ê li Serokatiya Encûmena Wezîran Nûrî Usman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Civîn li ser pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya 2019an a Iraqê de ye. Di civînê de hemû eger têne nirxandin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse