Du xwendekarên Kurd li zanîngeheke Sûriyê bûn yekem û duyem

Hewlêr (Rûdaw) - Li zanîngeha Endelusê ya Tertûsê ya Sûriyê, du xwendekarên Kurd ên ji Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê di kolêja pizîşkiya diranan de bûn yekem û duyem.

Ehmed Mihemed Eta Hacî xwendekarê yekem yê wê zanîngehê ku li ser asta hemû zanîngehên Sûriyê sêyem e. Sala 2017an li zanîngeha Endelus dest bi xwendina zanîngehê kir û îsal derçû.

Ehmed ji gundê Elî Bedran yê navçeya Aliyan e, 2 pirtûkên li ser pizîşkiya diranan ji zimanê Îngilîzî wergerandiye zimanê Erebî.

Xwendekarê duyem jî yê wê zanîngehê Zana Xorşîd Hesen e, li ser asta hemû zanîngehên Sûriyê 5 em e, ew jî ji bajarê Dêrikê ye.

Zanîngeha Endelus ya pizîşkî ya taybet sala 2006-2007 li bajarokê Qedmûs yê Tertûsê hatiye avakirin, Kolejên pizîşkiya Giştî, Diran, Rêvebirina nexweşxaneyan, Temrîd, Endazyariya Pizîşkî lê hene.