Li Dibistana Almanî li Hewlêrê ahenga Krismasê birêve çû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Dibistana Almanî ya li Hewlêrê ahenga Krismas (Christmas) birêve çû û di ahengê de şanoyek li ser koçberbûna ber bi Ewropa ve hat pêşandam.
Di ahenga bo Christmasê ya li Dibistana Almanî ya li Hewlêrê de ku duh birêve çû, ji xeynî zarok û kesûkarên wan, Konsulê Almanya li Hewlêrê, berpirsên serbazî yên Almanya li Herêma Kurdistanê Kurdistanê, rêveberên Enstîtuya Ghotte, mamosta û rêveberên dibistanê beşdar bûn.
Zarokan weke koral ligel rêvebirên dibistanê û mamostayên xwe stran gotin. Her wiha şanoyek li ser penaberiyê û koçberbûna ber bi Ewropa ve hate pêşkêşkirin. Texta şanoyê mamosta Angelîna Îpek nivîsandiye.
Di şanoyê de malbatên Kurd koçberî Almanya dibin, di bicîbûnê de gelek zehmetiyan dikişînin, kesekî nabînin ku pêşwaziya wan bike, dibêjin a baş ewe ku mirov vegere welatê xwe.
Herwiha Hunermend Delîl Dîlanar bi straneke li ser penaberiyê di şanoyê de beşar bû.
Di dawiya festîvalê de, zarokan stand vekirin tişt firotin, pereyên ku qezenc dikin jî dê pêşkêşî dezgeheke xêrxwazî bikin.
Cîgira Rêvebera Dibistana Almanî ya Hewlêrê Medya Semaxa got: “Naveroka şanoyê derbarê koçberiyê de bû. Koçber gelek digerin heta ku malekê bibînin, lê li wê derê cîgir nabin û her tim di xeyalên wan de ye dîsa vegerin bo welatê xwe. Hinek di rêya koçberiyê de dimirin.”
Mamostaya zimanê Almanî Angelîna Îpek jî got: “Şanoya me ji 3 stranên Kurdî hatine wergirtin û me ew stran kirin şano. Bi rastî em dikarin bêjin ku piraniya van qutabiyan di qunaxa penaberiyê de derbas bûye, lewma karîn bi rengekê ciwan nameya koçberiyê veguhêzin. Koçberî zehmete, lê eve qedera wan.
Xwendekara bi navê Hêlîn Ebdullah jî got: “Çîrok a me bixwe bû, me xwest ku em rewşa dijwar a koçberan pêşan bidin. Gelek kes çûna û ji ber rewşa xirab vegeryane, me jî xwest vê çîrokê nîşan bidin.”
Berpirsa Karûbarên Siyasî li Konsulxaneya Almanî li Hewlêrê Emînaxman Bitiş jî got: “Em weku konsulxaneya Almanî îro li vir amade bûn. Vê şanoyê ku behsa koçberiyê dike, gelekî bala me kişand. Ji ber ku babeta koçberiyê babeteke aloz û zehmet e û bandorê li hemû qadên jiyanê dike. Lewma Welatê Elmaniya yek ji wan welata ye ku giringiyê bi babetê koçberiyê dide û ta radeyekî alîkare.