Ew zarokê Kurd ku 6 mehî bû DAIŞê ew bir, niha 6 salî ye û Kurdî nizane

Duhok (Rûdaw) - Piştî nêzîkî 6 salan, zarokekî Kurd ê Êzidî ku DAIŞê ew revandibû, bo nav malbata wî li kampa Mam Reşan a li qezaya Şêxanê hat vegerandin, lê belê ew zarok niha Kurdî nizane.

Bêwar Qasim Xelef temenê wî tenê 6 meh bûn ku kete destê DAIŞê. Malbateka Tirkmen a li nav DAIŞê, ew zarokê Kurd birine cem xwe. Ew nalbata DAIŞî ji Tirkmenên Til Eferê bûne û navê wî zarokê Kurd guherîne û navê Bêwar kirine Enes.

Ew malbata DAIŞî piştî nemana desthilata wê rêxistinê, çûne Tirkiyê.

Bêwar ku niha temenê wî bêtir ji 6 salan e, ji ber ku di nava malbateka Tirkmenî de bûye û herwiha piştre ligel wê malabtê li Tirkiyê jiyaye, nizane bi Kurdî biaxive û tenê bi Tirkî diaxive.

Ji ber wê sedemê, xûşk û birayên Bêwar ji wî fêm nakin. Biryê Bêwar, Elî Qasim dibêje, Bêwar niha bi Kurdî nizane lê hêdî hêdî fêr dibe.

Elî Qasim Xelef ji Rûdawê re dibêje: “Ev birayê min e, me nîşanek jê hebû û nîşan dirist bû. Me pişkinîna bijîşkî kir û ew jî dirist bû. Dema me wêneyê wî li Facebookê dît, em gelek dilxweş bûn.”

Xûşka Bêwar, Amîne Qasim jî dibêje: “Ji min re gelek zehmet e ku birayê min li cem min be û ez nekarim pê re biaxivim. Ez çûm û di Google de lêgeriyam daku fêr bibim jê re bêjim, ez xêşka te e. Niha ez vê jî nizanim bêjim, min ji bîr kiriye.”

Ew zarokê Kurd, bi rêya kesekî bi navê Ebdullah Şirîm û gelek bi zehmetî gihîştiye malbata xwe. Piştî 5 meh ji lêgerîn û lidûvçûnan, wî kesî kariye wî zarokê Kurd li Enqerê peyda bike û bi rêyeke taybet û zehmet bigihîne Başûrê Kurdistanê.

Ebdullah Şirîm ji Rûdawê re ragihand: “Min çavdêriya wê malbatê dikir, Tirkmen bûn û çûne Tirkiyê, me zanî. Em gihîştin Enqerê, ji bo me gelek zehmet bû, ji ber ku ne zimanê me dizanî û ne me şarezayî hebû. Me gelek dem serf kir, bêtir ji 5 mehan me li ser kar kir.”