Mesrûr Barzanî bo Nadiya Murad: Êşa Kurdên Êzidî bigihîne cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li keça Kurda Êzidî ya rizgarbûya destê DAIŞê û xwediyê xelata Nobel a Aştiyê Nadiya Murad kir.

 

Li gor daxuyaniya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesûr Barzanî di vê hevdîtinê de, Mesrûr Barzanî bi boneya wergirtina xelata Nobel a Aştiyê pîrozbahî li Nadiya Murad kir û hêvî kir, ku hewl û şiyanên xwe bi kar bîne ji bo gihandina karesat û êşa Êzidiyan bi civaka navdewletî û dermankirina birînanên wan û dabînkirina xizmetguzarî û avedaniyê bo devera wan.

 

Mesrûr Barzanî, nêrîna xwe li ser parastin û rola Êzidiyan wek beşeke resen û qutnebûyî ji gelê Kurdistanê di çarçoveya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo rêgirtina ji dubarebûna bûyerên hevşêwe pêşkêş kir.

 

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, herwiha ragihand, ku bi alîkariya aliyên fermî yên pêwendîdar, ew kar dikin ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vekirina rêyan, daku xizmeteke zêdetir bigehe deverê.

 

Ji aliyê xwe ve jî Nadiya Murad ji ber vê derfetê spasiya Mesrûr Barzanî kir, herwiha  spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, ku bi hawara Kurdên Êzidî çûye û ew parastine û alîkariya wan kiriye.

 

Nadiya Murad tekez jî kir, ku ew dê hemû hewlên xwe bide, ji bo ku êş û azara Êzidiyan bi giştî û bi taybet jî keç û jinên rizgarbûyî ji destê DAIŞê bibe pêş civaka navdewletî bo sizadana çekdarên DAIŞê.

 

Piştî vegera ji merasîma wergirtina Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2018, Nadiya Murad serdana Bexdayê û piştre serdana Hewlêrê kir, îro jî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî ve hate pêşwazîkirin.