Asayîş: Komek terorîst hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw)- Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê girtina “komek terorîst” ragihand. Herwiha da zanîn ku, ew bi nêt bûn ku Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biteqînin.

Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê di civîna rojnamevanî deragihand: “Komek 9 kesî hatiye girtin, ku destê wan di teqîna li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê û çend teqînên bajarê Kerkûkê de hebû.”

Asayîşa Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew 9 kes bi nêt bûn ku avahiya Polîtbîroya YNKê jî li Silêmaniyê bixin armanc û teqînekê li wê de jî pêk bînin.

Li gorî Encumena Asayîşa Herêma Kurdistanê, wê komê her wiha planek amade kiribû da ku baregeheke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê biteqîne.

Li gorî agahiyên ku di wê civîna rojnamevaniyê de hatin belavkirin, ew 9 kesên ku hatin girtin, kurd û ereb in.