Nasnameyên 4 şervanan hatin eşkerekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) nasnameya 4 şervanan eşkere kir ku sala 2016an canê xwe ji dest daye.
Fermandariya Giştî ya YPJyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên ku sala 2016an canê xwe ji dest daye eşkere kirin.
YPJyê da zanîn ku nasnameyên her çar şervanan û cihê ku wan canê xwe ji dest daye bi vî rengî ne:
Amara Roj: Navê wê yê fermî Devlethan Erol e û ew ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye.
Ama Roj sala 2013an tev li refên YPJyê bûye û 21ê Hezîarana 2016an li Minbicê canê xwe ji dest daye.
Berçem Amed: Navê wê yê fermî Cemîle Çinar e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.
Berçem Amed sala 2015an tev li refên YPJyê bûye û 24ê Sibata 2016an li Bendava Tişrînê canê xwe ji dest daye.
Dilpak Cûdî: Navê wê yê fermî Esra Alîm e. Malbata wê ji Bakurê Kurdistanê koçberî Antalyayê bûye.
Dilpak Cûdî sala 2015an tev li refên YPJyê bûye û 4ê Hezîran 2016an li Til Temirê canê xwe ji dest daye.
Hesret Gabar: Navê wê yê fermî Dilşah Meral e û ew ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.
Hesret Gabar sala 2010an tev lî refên gerîlayan bûye û 11ê Gulana 2016an li Serê Kaniyê canê xwe ji dest daye.