6 kesên ji Kobaniyê xeniqîbûn: Xizmên wan behsa bûyerê dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji 11 kesan pêk dihat hewl da bi qaçaxî ji Lîbyayê derbasî Ewropayê bibe.
Di 3yê Adara 2023yan belema ku malbata Kurd tê de bû û 6 endamên malbatê xeniqîn.
Dayîka wan cara dawî zarok û neviyên xwe hembêz kirin û ew oxir kirin lê xebera reş jê re hat.
“Ji sê kurên wê tenê kurek ma”
Ji sê kurên wê tenê kurek ma. Ew jî behsa çîroka mirina her du birayên xwe dike.
Berî salekê her sê birayan biryar da ku bi rêya qaxaç biçin Ewropayê.
Wan ji balafirgeha Hewlêrê berê xwe da Libyayê û ji wir jî dixwest bi rêya deryayê biçin Îtalyayê.
Piştî 6 mehan, di adara îsal de bi rê ketin lê belema wan binav bû.
Ji malbatên van 3 birayan ku ji 11 kesan pêk dihatin, 6 kesan canê xwe ji dest da.
Birayê mezin tevî hevjîn û 3 zarokên xwe û birayekî xwe canê xwe ji dest da.
Serdarê ku ji wê belemê rizgar bû hin jî di bin bandora wê karesatê de ye.
“Biçûk û mezin 33 kes di belemê de bûn”
Serdar Weyso wiha behsa bûyerê dike:
“Biçûk û mezin 33 kes di belemê de bûn û çenteyên wan jî bi wan re bûn.
Belem 2-3 metreyan dirêj bû. Belema wan dar bû û şikestibû.
Milet zef lê kiribûn. Birayê min Mehmûd û malbata xwe bûn.
Berî hemûyan jina wî Bêrîvan Mihemed û kurekî wê yê di dest de bû ji belemê firiyan.
Dîsa berdewam kir 20 metreyî neçû belem qulibî hemû ketin avê.”
Ev malbat ji bajarê Kobaniyê ye. Çîroka wan 13ê Îlona 2022yan dest pê kir.
Piştî ku malbat 10 salan li Hewlêrê ma, biryara çûna Ewropayê da.
Biryareke ne bi dilê Felekê bû ku wê di temenê 27 salî de kire dayîka du sêwiyan, Melek û Şiyar.
“Em xatir ji hev bixwazin, li min helal bike”
Dayîka du sêwiyan Felek Hesenê got “Belem piçek çû teqle bû. Min dît milet bang dike, dengê zarokan dihat.
Zilamê min bangî birayê xwe dikir û birayê min jî bangî min dikir.
Got `Elhemdûlîlalh hîna tu li vir î, Felek qediya em xatir ji hev bixwazin êdî dawî ye. Li min helal bike`.”
Piştî bûyerê qaçaxçiyan termê wan kesan li çolên Lîbyayê veşartin, bêyî ku malbat cenazeyan jî bibîn.
Dayîk û bavê wan heta niha bi hesreta dîtina cenazeyên zarokên xwe ne.
“Zarokên min her şev digirîn, behsa bavê xwe dikin”
Felek Hesen wiha pê de çû “Zarokên min her şev digirîn, behsa bavê xwe dikin. Dibêjin `Navê me kanî?`
Zanin ketiye avê lê tê bîra wan. Kurik ji avê ditirse. Ez dibêji xelas bavê we çû cenetê.”
Emîne Heyder ku heta niha jî li cenazeyê zarokên xwe digere wiha axivî:
“Zarokên min winda ne, termên min wenda ne, ez nizanim. Kirine bin erdê, çi kirin, ku de birin, min nedît.
Çaqasî bi min zor e, Xweda dizanê çiqasî zor e.”
Piştî wê bûyerê, 2 carên din hewla çûna Ewropa da lê herdu car jî bi ser neketin.
Lewma bêhêvî bûn û careke din vegeriyan Hewlêrê, ji bo dest bi qonaxeke din a jiyanê bikin.