Li Êlihê pevçûna malbatan: 3 mirî 6 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Girbereşkê ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du malbatên merivên hev de şerê bi çekan çêbû û di encam de 3 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan îro Yekşemê 13ê Mijdara 2022ê li gundê Girbereşkê ser bi parêzgeha Êlihê di navbera du malbatan de şerê bi çekan çêbûye û di encam de 9 kes birîndar bûne ku rewşa 3 kesan ji wan di metirsiyê de bû.

Herwiha li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û piştî midaxeleya destpêkê kesên birîndar bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin.

Lê ligel hemû midaxeleyan 3 kesên birînên wan giran bi navên Mehmet Şirin Akin, Asker û Sadik Akin canê xwe ji dest dane. Dermankirina 6 birîndarên din berdewam e.

Li gor çavkaniyên xwecihî şer di navbera ap û biraziyê wî de ji ber pirsgirêkeke li ser zeviyan çêbûye.

Li gor zanyariyan hêzên emnî hatine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam in. Tê gotin ku li gund û nexweşxaneyan tedbîrên emnî hatine wergirtin.